Şairler | Şiirler

AZADXWAZ IM

AZADÎXWAZ IM

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrî|şorn; dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

|ŞORN;ev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû |şorn;er, |şorn;êre li meydan
Êrî|şorn; dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rew|şorn;a cîhanê tu xwe|şorn; bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî |şorn;îyarbin
Ji bo serbestî hemî li karbin
Ji hevre dostbin, dijê neyarbin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêrbe, ji wan metirse
Sibê |şorn;iyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo xwe|şorn;bin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane
Di |şorn;erda en tev xû|şorn;k û birane
Êrî|şorn; bikin em, lê |şorn;er girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û |şorn;erman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji `hok` û `fantom`
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di |şorn;erde bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne ku|şorn;tin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim |şorn;er divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

|ŞORN;êx û melan em tev kirne derwê|şorn;
Ev bû du sed sal, em bûne berbê|şorn;
Ba bêne ku|şorn;tin, nemêni ev ê|şorn;
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

|ŞORN;în tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn`
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

(Cigerxwîn, Dîwana 7a, Hêvî)

Cigerxwn

 

Cigerxwn şiirleri

 

Populer Şairler