Şairler | Şiirler

Ezman Mın

Li welatê min
ezman sahî
çik sahî bû
Li ber bêhna wê
nedifirîyan tûpişkên emerîkanî
û jehrdayî nedikirîn hilma wê
Lewra jî,
diparast ez û tu
û hemû hawîr
Lê çi bû
çi qêwimî
min got min divê azadî
jehr û mirin û kuştin
ji min re dîyarî hiştin
dagirkirin keskatî
sipîtîya berfê lewitî
zarokên Aden qesifin

Serkan Brusk

 

Serkan Brusk şiirleri

 

Populer Şairler